Li navçeya me Çinarê hişyariya barana zêde

Li navçeya me Çinarê hişyariya barana zêde

Li gorî daxuyaniya Qeymeqamiya Çinarê, hat diyarkirin ku ji sibeha Şemiyê heta sibeha Yekşemê barana zêde dê bibandor bibe.

"Qeymeqamiya Çinarê ji ber barana zêde ya ku dê li navçeya me bibandor bibe, hişyarî da welatiyan."

Daxuyaniya tije wiha ye:

"Li gorî agahiyên dawî yên ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 15an hatine girtin; di navbera dîrokên 18.04.2026 saet 08.00 û 19.04.2026 saet 09.00an de li herêma me barana zêde û bi birûsk (saanaq) tê payîn.

Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, li hemberî rîskên wekî lehiyê, herikîna avê û zêdebûna ava çeman; ji bo welatiyên me gelek girîng e ku ji berên çeman, kanalên avê û deverên ku rîska lehiyê lê hene dûr bisekin; her wiha li hemberî astengiyên di çûnûhatinê (trafîkê) de baldar û bi tevdîr bin.

Ji bo ku tu neyêniyek çênebe, em bi girîngî ji welatiyên xwe daxwaz dikin ku tevdîrên pêwîst bigirin û hişyarî û daxuyaniyên saziyên rayedar bişopînin."

20260417-235428.jpg

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.