Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, mînîbus û otomobîlek li hev qelibîn: 6 kes birîndar bûn
Li navçeya Midyada Mêrdînê, di encama lihevqelibîna mînîbus û otomobîlekê de 6 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya taxa navendî ya Bağlarê, li duryana (kavşak) Dibistana Seretayî ya Millî İradeyê ya ser bi navçeyê ve pêk hat.
Mînîbusa rêwiyan û otomobîla ku navên şofêrên wan û plaqeyên wan nehatine hînbûn, li hev qelibîn. Di qezayê de ji her du wesayîtan bi giştî 6 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî herêmê hatin kirin. Piştî midaxaleya yekem a tîmên tenduristiyê, birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Hat hînbûn ku metirsiya canî ya birîndarên ku hatine dermankirin nîne û derbarê qezayê de lêkolîn hate destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.