
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê wesayît gêrê şerempolê bû: 2 birîndar
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê wesayîtekî gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya gundê Stilîla Nisêbînê pêk hat.
Li gorî agahîyan wesayîta bi plaqeya 34 CTH 902 ya ku nasnameya şofêrê wî nehat hînbûn, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gêrê şerempolê bû.
Di encama qezayê de şofêr û dayîka wî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin şandin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.