
Li navçeya Palo ya Xarpêtê kesek ji çiyê ket xwarê û mir
Li navçeya Palo ya Xarpêtê, kesekî ku ji bo lêgerîna hingiv çûbû çiyê canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Yusuf Ayan ê li Gundê Ardûrekê dijî, ji bona ku di nav daran de hingiv bigere çûye çiyê. Lê belê, dema ku demek dirêj ji Ayan tu xeber nehat wergirtin, gundiyan ji cendermeyan re xeberê şandin.
Xebatên lêgerînê yên ku ji hêla cenderme û gundiyan ve hatine destpêkirin heta derengiya şevê berdewam kir.
Di encama lêgerînan de, cenazeyê Ayan li cihê ku ji cihekî bilind lê ketibû hat dîtin.
Cenazeyê vî zilamê bêbext pêşî ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Paloyê û dû re jî şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.
Hat hînbûn ku lêpirsîna bûyerê berdewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.