Li navçeya Qosera Mêrdînê 4 dikanên ji heman malbatê dûçarê êrîşê bûn
Li navçeya Qosera Mêrdînê 4 dikanên ji heman malbetê dûçarê êrîşa çekdarî hatin.
Bûyer, li ser rêya Ceylanpinar a Taxa Bahçelîevlerê pêk hat.
Li gorî îddîayan ji teref mirovên çekdar ên ku nasnameyên wan nayên zanîn ve li dijî 4 dikanên ku aîdê heman malbatê ne bi çekên mezin gule hatin reşandin.
Li gorî agahîyan guleyên ku ji çekan derketin li tirekî ku parqkirîbû û mînîbûsekê ku seferên nav bajêr dikir jî ketine.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên polês hatin sewqkirin.
Di bûyerê de mirî an jî birîndarbûn çênebû, lê di dikanan de xesarên maddî çêbûn.
Ekîbên polêsan li herêmê tedbîrên mezin girtin û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.