Li navçeya Qosera Mêrdînê li dijî wesayîtekê êrîşa çekdarî: 1 jê giran 2 birîndar
Li navçeya Qosera Mêrdînê di encama êrîşeke çekdarî ya li ser wesayîtekî de, 2 kes birîndar bûn, hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.
Bûyer, derdora saet 11:00an de li Taxa Hocakoy a navçeyê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji teref kesên nenas ve êrîşeke çekdarî li ser wesayîta ku Mahsum C. (30) û Yusuf C. (32) tê de bûn, hatiye kirin.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Hat hînbûn ku di êrîşê de Mahsum C. û Yusuf C. yên ku di wesayîtê de bûn, birîndar bûn.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê re hatin rakirin.
Her çiqas rewşa Mahsum C. giran be jî, ji bo girtina şikdarên reviyayî operasyon hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.