Li navçeya Şemrexa Mêrdînê di nav du koman de şerê çekdarî: 1 mirî

Li navçeya Şemrexa Mêrdînê di nav du koman de şerê çekdarî: 1 mirî

Li navçeya Şemrexa (Mazıdağı) Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de E.K. canê xwe ji dest da.

Bûyer, li gundê Tawisî ya Şemrexê pêk hat.

Ji ber sedemeke ku hêj nediyare di navbera du koman de nîqaş derket, di demeke kurt de ew nîqaş ji şerê çekdarî re vegerîya.

E.K. (33) di şer de birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

E.K.yê birîndar bi lez û bez ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Hat hînbûn ku E.K. li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Cenazeya E.K. ji bo otopsîyê ji morgê re hat rakirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, derheqê bûyerê de kesek ku nasnameya wî nayê zanîn hat binçavkirin.

Derheqê bûyerê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.