Li navçeya Şemrexa Mêrdînê wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar

Li navçeya Şemrexa Mêrdînê wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar

Li navçeya Şemrexa Mêrdînê du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Qeza, li nêzê gundê Tezneyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, du wesayîtên bi plaqeya 35 JU 227 û 34 FUG 064 ku nasnameya şofêrên wan nehatin hînbûn, serî li serî li hev qelibîn.

Hat îfadekirin ku bi tesîra qezayê di wesayîtan de xesarên maddî çêbû û 4 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.