Li navçeya Sêwerega Rihayê di dibistanekî de teqîn: 1 jê giran 2 birîndar
Li navçeya Sêwrêga Rihayê di daîreya qalorîfera dibistanekî taybet de teqînek pêk hat, di encamê de 1 jê giran 2 kes birîndar bûn.
Bûyer, li Sêwrega Rihayê di daîreya qalorîferê ya dibistanekî taybet de pêk hat.
Hat îfadekirin ku teqîn ji ber sedemeke ku hêj nediyare ve pêk hat.
Piştî teqînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku piştî lêkolînên ekîban di encamê de 2 kes birîndar bûne, yek ji birîndaran rewşa wan giran e.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.