Li navçeya Sêwregê ya Rihayê êrîş li lîseyê hat kirin: Gelek birîndar hene
Li gor agahiyan li Sêwregê li lîseyê di êrîşeke ku ji aliyê xwendekarekî berê ve hat lidarxistin de, hat ragihandin ku 4 mamoste, 10 xwendekar, 1 xebatkarê kantînê û 1 polîs birîndar bûne û êrîşkar dawî li jiyana xwe aniye.
Wezareta Karên Hundir, derbarê êrîşa çekdarî ya ku li Sêwreka Rihayê, li Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu pêk hat de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş di saetên sibehê de ji aliyê Ömer Ket yê ji dayîkbûyî 2007an û xwendekarê berê yê dibistanê ve, bi tivinga pompeyî hatiye kirin.
16 kes birîndar bûn
Di êrîşê de li gorî tespîtên destpêkê hat ragihandin ku 10 xwendekar, 4 mamoste, polîsek û karsazekî kantînê birîndar bûne û birîndar di nexweşxaneyê de hatine dermankirin.
Hat eşkere kirin ku kesê êrîş pêk aniye, piştî bûyerê bi heman çekê dawî li jiyana xwe aniye (întîhar kiriye).
Hat diyarkirin ku ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin û hat îfadekirin ku geşedan dê bi raya giştî re werin parvekirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.