Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li nêzîkî gundê Huccetîtyê li ser rêya Amed-Batmanê du otomobîl li hev qelibîn. Di qezayê de 4 kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li gundê Çinara Dîyarbekirê, di encama lihevketina du otomobîlan de çar kes birîndar bûn.
Qeza êvarê li ser rêya Amed-Batmanê li nêzîkî gundê Huccetîtyê ya navçeya Çinarê qewimî. Du otomobîlên ku plakayên wan û navên ajokarên wan nayên zanîn, li hev ketin. A.B., Y.B., M.B., û S.Î. yên ku di otomobîlan de bûn birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, cenderme û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndarên ku di wesayîtan de asê mabûn, ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hatin rizgarkirin û radestî karmendên tenduristiyê hatin kirin. Piştî dermankirina destpêkê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.
Lêpirsîna li ser qezayê dest pê kir.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.