Li Nîjeryayê di mizgeftekê de teqîn: 7 kes mirin
Di teqînekê de li mizgeftekê li Nîjeryayê 7 kes hatin kuştin.
Li Maiduguri, wîlayeta Bornoya bakur-rojhilatê Nîjeryayê, di dema nimêja êvarê de li mizgeftekê teqînek çêbû.
Li gorî medyaya herêmî, di teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Heta niha ti rêxistinê berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe, lê mizgeft û cihên qerebalix ên li Maiduguri berê jî bi êrîşên xwekuj û teqemeniyan bûne hedef.
Wêneyên nepiştrastkirî yên li ser medyaya civakî belav dibin nîşan didin ku piştî teqînê mirov li sûkekê radiwestin û toz di hewayê de difire. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.