Li Nîjeryayê felaketa lehîyê: 228 mirî

Li Nîjeryayê felaketa lehîyê: 228 mirî

Ajansa Bireveberîya Acîl ê Netewî ya Nîjerê (NEMA), daxuyand ku li welat ji serê salê vir ve li 25 wîlayetan lehîyên mezin pêk hatine.

Li gorî daneyên ajansê, di afetan de 228 kesan canê xwe ji dest dane, 495 kes î birîndar bûne, hat îfadekirin ku hêna jî ji 114 kesan xeber nayê girtin.

Ji 71 hezarî zêdetir mirov ji ber lehîyan mecbûr man ku malên xwe terk bikin, di tevahîyê de ji 209 hezarî zêdetir mirov ji lehîyê tesîrdar bûn.

Hat diyarkirin 21 hezar û 257 xanî an xera bûn an jî xesarên ciddî dîtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.