Li Nîjeryayê ji ber taya Lassayê hejmarê mirîyan derket 138an

Li Nîjeryayê ji ber taya Lassayê hejmarê mirîyan derket 138an

Li Nîjeryayê ji ber taya Lassayê vê salê hejmarê mirîyan derket 138an.

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Kontrola Nexweşîn a Nîjeryayê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku li welat weqayên taya Lassayê zêde dibe, di 1ê Çile - 4ê Gulanê de li welat 717 weqayên taya Lassayê hatin dîtin, hejmarê mirovên ku ji ber vîrûsê mirine jî derket 138an.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di sala 2025an de hejmarê weqayên ku di nav hefteya 18emîn a epîdemîyolojîkê de hatîye rastkirin li gorî hefteya borî kêm bûye.

Ji ber vîrûsa taya Lassayê sala borî 190 kesan canê xwe ji dest dane.

Hikûmeta Nîjeryayê, di 23yê Çileya 2019an de ji ber taya Lassayê rewşa lezgîn îlan kiribû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.