
Li Nîjeryayê taya lassayê belav dibe: 127 mirî
Li Nîjeryayaê ji ber taya Lassayê hejmarê mirîyan derket 127 kesan.
Navenda Pêşgirtin û Kontrolkirina Nexweşîyan a Nîjeryayê (NCDC), daxuyand ku ji ber taya Lassayê 127 kesan canê xwe ji dest dan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji serê meha Çileyê vir ve 4 hezar û 25 weqa hatin diyarkirin û ji van weqayan jî 674ê wan di testên laboratuwarê de hatin rastkirin.
Sazî, diyar kir ku di nav zehmetîyên herî mezin ê bi micadeleya bi şobê re de kêmasîya hatina nexweşxaneyan a gelê herêmê û li hinek herêman jî tinebûnî û kêmasîya şiûrê ye.
Hat îfadekirin ku ji bo micadeleya bi nexweşînê re sîstemeke bireveberîya bûyereke gelek sektorî hatîye tetbîqkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.