Li Nisêbîna Mêrdînê şerê bi çekan: 4 birîndar
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di encama şerê bi çekan ê ku di navbera du koman de derket, 4 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.
"Li Taxa Selahaddîn Eyyûbî şerê bi çekan: Nasnameya 4 birîndaran diyar bû"
Bûyer, li taxa Selahaddîn Eyyûbî ya ser bi navçeyê ve pêk hat. Di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nehatiye zanîn nîqaşek dest pê kir; ev nîqaş mezin bû û veguherî şerê bi çekan.
Di şer de; S.T. (22), S.H.G. (21), M.G. (30) û M.T. (40) birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî midaxaleya yekem a tîmên tenduristiyê, birîndar rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên Nisêbîn û Qoserê (Kızıltepe) û ew xistin bin dermankirinê.
Hate diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya yek ji birîndaran giran e û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.