Li Nisêbînê du otomobîl li hev qelibîn: 2 birîndar
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, di encama lihevqelibîna du otomobîlan de 2 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser Cadeya Cumhuriyetê ya navçeyê pêk hat.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, otomobîla bi plakaya 35 AOM 938 û otomobîla bi plakaya 23 AAL 415, ji ber sedemekê ku hêj nayê zanîn li hev qelibîn.
Di qezayê de 2 kesên ku di nav wesayîtan de bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê bûn.
Birîndar piştî midaxaleya yekemîn a li cihê bûyerê, bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.