Li Nisêbînê otomobîla ku ji kontrolê derket li 3 jinan xist
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, otomobîleka ku ji kontrolê derket, li jinên ku di rê de dimeşiyan xist. Di qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.
Qeza, bi şev di derdora saet 00.00an de li Taxa Selaheddîn Eyûbî, li Kolana Akasyayê ya navçeyê pêk hat.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, otomobîla bi plakaya 24 M 72383 ku navê şofêrê wê nehat hînkirin, ji ber windakirina kontrola dîreksiyonê li 3 jinên ku di kolanê de dimeşiyan xist.
Li ser agahdarkirina derdorê, tîmên tenduristiyê, agahkuj (îtfaîye) û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî midaxeleya yekem a tîmên tenduristiyê, birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.