Li Nisêbînê qîzeka ciwan ji qata 6an ket xwarê û giran birîndar bû
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê E.K. (14) ji qata 6emîn ket xwarê û giran birîndar bû.
Bûyer, di seatên nîvroyê de li Ceddeya Rêya Mêrdînê ya li Taxa Barişê pêk hat.
Hat îfadekirin ku E.K. ji ber sedemeke ku hêj nediyare, ji qata 6emîn ket xwarê.
Mirovên ku bûyerê dîtin xeberê dan ekîban û li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku E.K. piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê re hat rakirin.
Li gorî agahîyan rewşa E.K. giran e û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.