Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di navbera du koman de şerekî bi çek derket. Di encama vî şerî de 2 kes birîndar bûn. Ew kêliyên pevçûnê û gulebarankirinê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve saniye bi saniye hatin tomarkirin.
Bûyer, li Kolana Qalecîk a li Taxa Qişlayê ya girêdayî navçeyê pêk hat.
Li gorî îdiayan, di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin nîqaş derket û ev nîqaş veguhert şerê bi çek.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên 112yê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Kêliya bûyerê di kameraya ewlehiyê de hat tomarkirin.
Di şer de R.B û M.A birîndar bûn. Piştî mudaxaleya yekem a tîmên tenduristiyê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.