Li Nisêbînê Tankerek li kamyonetekê qelibî: Zarokê 2 salî mir dê û bav birîndar bûn
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kamyonek li tankerekê qelibî û wergeriya, zarokê 2 salî canê xwe ji dest da û dê û bavê wî jî birîndar bûn.
Qeza di derdora seat 05.00an de li ser Rêya Îpekê ya navneteweyî li nêzî Taxa Hasantepe ya gundewarî pêk hat.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, kamyona bi plaqeya 01 BAJ 802 a ku E.A. diajot li tankera pleqeya 73 SG 649 qelibî. Ji ber tesîra li hev keinê kamyonet qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Di kontrolan de hat tesbîtkirin ku M.A.A.ya 2 salî ku di kamyonetê da bû li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Dayika N.A. (33) û bav E.A. yên birîndar piştî alîkarîya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.