Li Nisêbînê Teqîna Mayînê: 2 Birader Birîndar Bûn
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, di encama teqîna mayîna ku di binê kevirê ku 2 birayan rakiribûn de bû, her du birader birîndar bûn.
Bûyer, li taxa gundewar a Açıkköyê ya ser bi navçeyê ve pêk hat.
Li gorî îdiayê, dema ku Ş. Y. (15 salî) û birayê wî L. Y. (13 salî) li çolê digeriyan, kevirê li ser erdê hildan û di wê kêliyê de mayîn teqiya. Di encama teqînê de her du birader jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tendurustiyê û cendirmeyan sewqî herêmê hatin kirin. Birîndar, piştî midaxaleya yekem a tîmên tendurustiyê ya li cihê bûyerê, bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hat hînbûn ku her du birayên ku hatine dermankirin, xetereya jiyana wan nîne. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.