Li Pakistanê ji ber baranên musonê 785 kes mirin

Li Pakistanê ji ber baranên musonê 785 kes mirin

Li Pakistanê ji ber baranên musonê 785 kesan canê xwe ji dest dan.

Ajansa Bireveberîya Afeta Netewî ya Pakistanê (NDMA), daxuyand ku li giştîyê welat ji ber baranên musonê hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 785 kesan, 978 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ev bû 2 meh in li welat şilî tesîrdar e, ji ber şilîyê jî lehî, hezaz û hilweşîn pêk hatine.

Hat destnîşankirin ku ji ber barana musonê 3 hezar û 526 xanî xesarê dîtin, ji vana jî 577 jê bi temamî hilweşîyane. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.