Li Pakistanê operasyona li dijî êrîşa trênê dawî bû

Li Pakistanê operasyona li dijî êrîşa trênê dawî bû

Operasyona ku li dijî mirovên ku li wîlayeta Belucistanê êrîşî trênek kiribûn û mirovên di nav de rehîn girtibûn dihat kirin temam bû. Li gorî diyarîyên ewil di êrîşê de 21 kes hatin kuştin.

Li wîlayeta Belucistana Pakistanê li dijî mirovên çekdar ên ku êrîşî trênekî kiribûn operasyon hatibû destpêkirin û hat îfadekirin ku ew operasyon dawî bûye. Yekîneya Minasebetên Gelan a Artêşa Pakistanê (ISPR), daxuyand ku di êrîşê de 21 rêwî hatine kuştin û hemû êrîşdar jî hatin bêtesîrkirin.

Li gorî agahîyên ku televîzyona Geo Newsê belav kirîye, di encama operasyona ku artêşa Pakistanê li dar xistîye de hemû rêwîyên trênê di nav ewlehîyê de hatine tehlîyekirin.

Êrîşa ku ji trênê re hatibû lidarxistin ji teref Artêşa Xelasîya Belucistanê (BLA) ve hatibû xwedîderketin. Trêna ku nêzê 450 rêwî di nav de hebûn ji teref mirovên çekdar ve hat sekinandin û rêwîyên di nav de hatin rehîngirtin. Rayedaran destnîşankirin rêwîyên ku hatine rehîngirtin hemû hatin xelaskirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.