Li Pakistanê piştî lehiyê şob belav dibe: Hejmarê miriyan derket 318 kesan

Li Pakistanê piştî lehiyê şob belav dibe: Hejmarê miriyan derket 318 kesan

Li Pakîstanê ji ber şoba ku piştî barana mûsonê ya ku meha Hezîranê bi bandor bû belav bû 9 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan.

Ji ber barana mûsonê ya ku ji hezîranê vir ve li Pakistanê dewam dike hejmara kesên ku di lehiyê û bûyerên bi vî rengî da mirin zêde dibe.

Piştî karesata lehiyê 9 kesên dinê jî ji ber nexweşiya enfeksiyonê mirin. Hejmarê kesên ku ji ber lehiyê mirin derket 318 kesan.

Midûriyeta Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (NDMA) diyar kir ku li welêt di demsala mûsonê da hejmarê mirîyan derket hezar û 863yan.

Hat ragihandin ku ji ber lehiyê milyonek û 920 hezar xanî zirar dîtine û nêzî milyonek heywan jî telef bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.