Li parêzgeha Silêmaniyê bombeyek bi Komando yên Kurdistanê de teqiya

Li parêzgeha Silêmaniyê bombeyek bi Komando yên Kurdistanê de teqiya

Di hedîsê de kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn

Li gundê Qumpalkê yê li parêzgeha Silêmaniyê bombeyeke vedayî bi hêzên Komando de teqiya, di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyan, îro danê sibê 19ê Cotmeha 2022an li Li gundê Qumpalkê yê li navçeya Zinane ya Silêmaniyê, bombeyek di otomobîleke hêzeke Komando de teqiya, di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Di nava birîndaran de fermandarê di hêzên Komando de Akam Omer û efserekî din jî hene.

Li gorî zanayriyan, birîndar bi helîkopterê ji bo Nexweşxaneya Firyadê ya Şêhîd Hejar li bajarî Kelarê hatin rakirin, piştî dermankirina destpêkê ji wan re hatin kirin, ew ji bo nexweşxaneyên Silêmaniyê hatin şandin.

Ji hêzên Komandoyên Kurdistanê ve daxûyanî

Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Komando de derbarê bûyerê de wiha hat gotin: “Di çarçoveya operasyona paqijkirina bermahiyên DAIŞê û şerê li dijî terorê de, li herêma Tawer Kewe ya Pelkanê û devera Zinane ya Germiyan di dema derbasbûna Hêzên Komando yên Kurdistanê de, çend bombeyên berê hatibûn dorpêçkirin, teqiyan û di encama teqînê de, Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê Akam Omer bi giranî birîndar bû.”

Li gorî daxuyaniyê, di encama teqînê de serbaz Zuher Muhammed mir û 7 komando jî birîndar bûne.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.