Li peravên Îtalyayê keştîya penaberan bin av bû: 27 mirî
Komîserê Bilind ê Penaberên NY Filippo Grandi, daxuyand ku di binavbûna keştîya penaberan ku li peravên Girava Lampedusaya Îtalyayê pêk hat de hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 27an.
Grandî, di daxuyanîya ku da de weha got, “Li nêzê Lampedusayê qezayeke keştîyê pêk hat, di encamê de herî kêm 27 kes xeniqîn.”
Grandî, diyar kir ku di sala 2025an de li Behra Spî hejmarê penaberên ku canê xwe ji dest dane 700î derbas bû, bang hat kirin ku bila li behrê operasyonên xelaskirinê werin zêdekirin, rêyên ewle werin çêkirin, ji welatên ku di nav de têne derbaskirin re jî destek were dayîn û herî dawîn sedemên bingeha koçê jî were bidesxistin.
Filippo Ungaroyê mesulê ragihandinê ya ku di ofîsa li Romayê ya Komîsertîya Bilind a Penaberên NY de wezîfedar e jî di daxuyanîya xwe ya ku doh dabû de, diyar kir ku di qezayê de 20 kesan canê xwe ji dest dan, ji 20 zêdetir mirov jî winda bûne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.