Li peravên Îzmîrê 25 koçber hatin rizgarkirin
25 koçberên bêdestûr ku bi qeyikeke lastîkî li peravên navçeya Karaburun a Îzmîrê derketin behrê, ji teref ekîbên Ewlekariya Peravê ve hatin rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniyek li ser malpera Fermandariya Ewlekariya Peravê, piştî wergirtina xeberê ku koçberên neqanûnî li herêmê hene, Keştiyên Ewlekariya Peravê (KB-117, KB-41) koçberên neqanûnî yên di keştiyeke lastîkî ya bi qalikê fîber de ku ji hêla hêzên Yewnanî ve hatibû paşve avêtin nav avên axa Tirkîyeyê, bi ewlehî rizgar kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.