Li peravên Îzmîrê 26 koçberên neqanûnî hatin rizgarkirin
26 koçberên bêdestûr ên di qeyikeke lastîkî de ku ji ber têkçûna motorê li peravên navçeya Karaburun a Îzmîrê binav bû, ji teref ekîbên Ewlekariya Peravê ve hatin rizgarkirin.
Fermandariya Hêzên Bejayî ya Deryayê di daxuyaniyê de wiha got:
"Piştî ku agahî hat girtin ku qeyikeke lastîkî ya ku koçberên neqanûnî tê de bûn li peravên navçeya Karaburun a Îzmîrê ji ber têkçûna motorê çûye avê û daxwaza alîkariyê hatiye kirin, Keştiya Ewlekariya Peravê (TCSG-85) û Qeyika Ewlekariya Peravê (KB-41) ji bo rizgarkirina 26 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de hatine wezîfedarkirin."
Hat hînbûn ku koçberên rizgarkirî piştî karûbarên wan radestî Rêveberiya Koçberiyê ya Parêzgehê hatine kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.