Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Ekîbên Ewlehîya Sehlê li peravên Urla, Seferîhîsar, Laraburun û Çeşmeyê 58 koçberên neqanûnî xelas kirin û 62 koçberan jî qefaltin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Fermandarîya Ewlehîya Sehlê ve hat belavkirin, ji bo botekî ku li peravên Urlayê motora wî xera bûye banga alîkarîyê hat kirin. Li ser vê bangê ji herêmê re ekîb hatin şandin û 18 jê zarok tev de 43 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin.
Hat îfadekirin ku li peravên Seferîhîsarê jî 15 koçberên ku di nav botê de bûn ku botê wan ji teref hêzên Yewnanistanê ve paşve hatine şandin jî ji teref ekîbên Sehlê ve hatin xelaskirin.
Ekîbên ku li Karaburunê wezîfe dikirin jî tespît kirin ku botek di nav avê de diçe û botê dan sekinandin, di encamê de 31 koçberên neqanûnî qefaltin.
Li Çeşmeyê jî, Tîma Piştgirîya Hêza Ewlehîya Sehlê, li herêma qeraxê, 6 jê zarok 31 koçberan qefaltin.
Koçberên ku hatin qefaltin û xelaskirin piştî karên wan ên hewce ji Midûrtîya Îdareya Koç a Bajêr re hatin teslîmkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.