Li peravên Îzmîrê keleka koçberan bin av bû: 1 mirî, 7 winda

Li peravên Îzmîrê keleka koçberan bin av bû: 1 mirî, 7 winda

Li peravên Îzmîrê keleka ku koçberên neqanûnî di nav de bûn bin av bû, di encamê de 37 kes hatin xelaskirin, kesek canê xwe ji dest da. ji bo 7 kesên winda jî xebatên lêgerînê têne kirin.

Li gorî daxuyanîya Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, xeber hat ku li peravên Bademlîya navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê kelekek koçberan bin av bû û li ser vê xeberê ji herêmê re ekîbên Fermandarîya Ewlehî ya Sehlê hatin sewqkirin.

Di encama xebatên ku ji teref ekîbên Ewlehîya Sehlê ve hatin lidarxistin de 37 kesên ku di botê de bûn hatin xelaskirin, kesek jî cenazeya wî ji teref ekîban ve hat dîtin.

Hat îfadekirin ku di kelekê de 45 kes hebûne û ji ber vê yekê ekîban ji bo 7 kesên winda jî xebatên xwe yên lêgerînê didomînin û hat îfadekirin ku di xebatan de helîkopterekî jî hatîye wezîfedarkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.