Li Qastamonuyê mînîbus qeza kir: 25 kes birîndar bûn
Li navçeya Taşkopru ya Qastamonuyê, di qezaya ku ji ber wergeriyana mînîbuseke geştyarî pêk hat de 25 kes birîndar bûn.
Qeza, li gundê Kuran ê navçeya Taşkopruyê qewimî.
Di qezaya ku ji ber derketina mînîbuseke geştyarî û wergeriyanê qewimî de 25 kes birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye, cenderme û polêsan hatin şandin.
Piştî ku ekîban tenduristiyê mudaxeleya ewil kirin, birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin neqilkirin.
Walîtîya Qastamonuyê daxuyaniyek weşand û got, "Li ser rêya Taşkopru-Qastamonuyê dora saet 9:30an dema ku otobusek geştyarî wergeriya qezayek trafîkê çêbû. Hat ragihandin ku di bûyerê de 25 kes birîndar bûn. Heft kes ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Taşkopru, heft ji bo Nexweşxaneya Taybet a Anadoluyê û deh kes jî ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Qastamonuyê hatin rakirin. Yek ji birîndaran red kir ku biçe nexweşxaneyê û diyar kir ku rewşa wî baş e. Hemû birîndarên ku birine nexweşxaneyê birînên wan sivik bûn." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.