
Li Qonyayê di avahîyekî 4 qatî de şewat derket: 2 mirî
Li navçeya Merama Qonyayê di avahîyekî 4 qatî de şewat derket, di encama şewatê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku şewat di Kolana Dursun Fakiha Taxa Sahîpatayê de pêk hat.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê de gelek ekîbên îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Di encama xebatên ekîban de şewat hat vemirandin.
Hat destnîşankirin ku 2 kesan di bûyerê de canê xwe ji dest dane, 4 kesên ku di bin talûkeyê da bûn jî ji teref ekîban ve hatin derxistin.
Sedema derketina şewatê tê lêgerînkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.