Li Qonyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Di seatên serê sibehê de li navçeya Ilgina Qonyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku erdhej li bajarên derdorê jî hat hîskirin.
AFADê diyar kir ku di seat 06.40an de li navçeya Ilgina Qonyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhejek hat qeydkirin.
Hat îfadekirin ku erdhej 15,6 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Erdhej li navçe û bajarên derdorê jî hat hîskirin.
Piştî erdhejê tu erdhejeke biçûk nehat qeydkirin.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û got, “Niha tu bûyerekî xerab pêk nehatîye. Ji welatîyên me yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re derbasî be. Xwedê welatê me û gelê me ji afetan biparêze.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.