Li Qonyayê operasyona tiryakê: Bi sedhezaran heb hatin bidestxistin
Di operasyona ku li Qonyayê hat lidarxistin de, bi sedhezaran hebên tiryakê hatin bidestxistin, bi sedhezaran bonzaî û bi tonan meddeyên hişbir hatine bidestxistin; 4 şikdar hatin binçavkirin.
Midûrtîya Ewlehî ya Qonyayê, li dijî şikdarên ku danûstandina tiryakê dikirin operasyon li dar xist.
Di operasyonan de 739 hezar hebên tiryakê, 141 kîlo bonzaî, 2 kîlo û 825 grem maddeyên ku pê tiryak têne çêkirin (Bi vêya nêzê 420 kîlo bonzaî tê çêkirin) hatin bidestxistin.
Di çarçoveya operasyonê de 4 şikdar hatin binçavkirin.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, bal kişand ku ew ê li dijî van kesên ku tiryakê difroşin operasyonan berdewam bikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.