Li Qosera Mêrdînê serwîsa xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn: 11 birîndar

Li Qosera Mêrdînê serwîsa xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn: 11 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê serwîsekî xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Qoser-Serê Kanîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin serwîsa xwendekaran a bi plaqeya 33 BRV 61 ya ku di bin îdareya A.K. (50) de bû û cîpekî ya bi plaqeya 47 KN 212 ya ku di bin îdareya S.B. (68) de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de M.T. (17), N.T. (17), S.S. (18), B.D. (15), L.C. (17), İ.T. (14), A.A. (16), O.T. (13), A.Y. (13) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, ji Nexweşxaneya Dewlet a Qoserê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.