Li Qoserê di navbera du koman de şerê çekdarî: 3 birîndar, rewşa yekî giran e
Li navçeya Qosera Mêrdînê, di navbera du koman de ji ber cihê parkkirinê şerê bi çek û daran derket; di encamê de 3 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.
Bûyer li ser Cadeya Kazım Karabekir a Taxa Nû ya navçeyê pêk hat.
Li gorî îdiayê, ji ber meseleya cihê parkkirinê di navbera du koman de nîqaş derket û ev nîqaş di demeke kurt de veguherî şerê bi çek û daran.
Di şer de Ç.Ö. (44), M.Ö. (30) û R.Ö. (30) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên polîsan li derdorê tedbîrên ewlehiyê girtin; tîmên tenduristiyê jî piştî mudaxileya yekem, birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Hat hînbûn ku ji birîndarên ku hatine dermankirin, xetereya jiyanî ya Ç.Ö. heye.
Têkildarî bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.


Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.