Li Qoserê du otomobîl li hev qelibîn: 6 kes birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in

Li Qoserê du otomobîl li hev qelibîn: 6 kes birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in

Li Qosera Mêrdînê du otomobîl serî bi serî li hev qelibîn: 6 kes birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in

Bûyer, êvarê li Taxa Yeni Kentê ya navenda navçeya Qoserê pêk hat. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, otomobîlên bi plakaya 34 DNB 620 û 35 AEV 131, ku navên şofêrên wan hîn nehatine hînbûn, serî bi serî li hev qelibîn.

Di vê qezayê de; E.T. (11), M.T. (7), F.T. (37), M.T. (14), B.A. (20) û İ.A. (20) birîndar bûn. Piştî xeberdayînê, tîmên tenduristiyê, agahkuj (îtfiye) û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî midaxaleya yekem a tîmên tenduristiyê, birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hat hînbûn ku birîndar hatine dermankirin û talûkeya jiyana wan nîn e. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.