Li Qoserê pevçûn: 2 mirî

Li Qoserê pevçûn: 2 mirî

Li navçeya Qosera Mêrdînê di şerê çekdarî yê di navbera du koman de du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer duh derdora saet 19:30an de li gundê Karabent ya navçeya Qoserê qewimî.

Li gorî agahiyan, nîqaşek di nav malbatê de ji ber sedemek nediyar veguherî şerê çekdarî.

Gulten B. (42) û biraziyê wê Mehmet B. (60) di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî agahdarkirinê, tîmên bijîşkî û jendermeyan şandin cihê bûyerê.

Cenazeyên miriyan ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Tîmên jendermeyan, ku li gund tedbîrên ewlehiyê yên giran girtine, lêpirsînek berfireh li ser bûyerê dest pê kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.