Li Qoserê tir û wesayîteke veguhastina giştî li hev ketin: 1 mirî 9 birîndar

Li Qoserê tir û wesayîteke veguhastina giştî li hev ketin: 1 mirî 9 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê, di qezaya ku tir û wesayîtek veguhastina giştî lê ket de, kesek mir 9 kes birîndar bûn.

Qeza li ser rêya dorhêl a taxa Sanayî ya navçeya Qoserê qewimî. Li gorî agahiyan, tir û wesayîtek veguhastina giştî li hev qelibî.

Ji ber lêdanê qamyon wergeriya û barê wê li ser rê firî. Piştî wergirtina raporê gelek paramedik, agirkuj û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di qezayê de M. Şahîn (40 salî), M. Demîrcan (50), C. Aslan (25), H. Mustafa (42), E. Uzun (48), Î. Talas (40), S. Ceylan (28), Ş. Ak (52), M. Çelîk (29) û Abdulkadîr T. (65) birîndar bûn.

Piştî dermankirina destpêkê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve, birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên navçeyê. Ajokarê wesayîta veguhastina giştî ji aliyê agirkujan ve ji wesayîtê hat derxistin.

Abdulkadîr T. yê ku di qezayê de bi giranî birîndar bû, tevî hemû mudaxeleyan jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.

Li ser qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.