Li Rihayê ji bo mihtacan kermes tê vekirin

Li Rihayê ji bo mihtacan kermes tê vekirin

Karwana Hêvîyê, bi armanca piştgirîya ji bo mihtacan wê di navbera 25-29ê Îlonê de li Rihayê kermesek tertîp bike.

Komeleya Karwana Hêvîyê ya ku li Rihayê fealîyetan li dar dixe, ji bona ku ji malbatên mihtac re bibe hêvî bernameyek kermesê tertîp dike.

Kermesa ku wê li derdorê Otela Balikligol El Ruhayê were danîn wê di navbera 25-29ê Îlonê de ji welatîyan re were vekirin.

Hat îfadekirin ku ew ê di kermesê de cil û berg, xwarin û her şev di navbera 17.00-22.00an de şîranîya bi navê kunefeyê were dayîn.

Karwana Hêvîyê, destnîşan kir ku ew ê hemû qezencên vê kermesê ji malbatên mihtac re were xerckirin û ji ber vê yekê hemû gelê Rihayê dawetî kermesê kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.