Li Rihayê ji bona ku Kurdî di dersan de were bijartin bang hat kirin
Di daxuyaniyek çapemeniyê de ku ji teref Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê ve li ber avahiya xizmetê ya baroyê hat lidarxistin.
Roja Înê 13ê Sibata 2026an, saet 14:00an de, li ser banga Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê, li ber avahiya Baroya Rihayê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Serokê Baroya Rihayê Parêzer Abdullah Oncel, Serokê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê Parêzer Âdem Ok, Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî Mamoste Sami Tan, gelek parêzerên Baroya Rihayê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Parêzer Nurullah Kuçukoglu, endamê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê ve hate kirin. Kuçukoglu pêşî daxuyanî bi Kurdî (Kurmancî), paşê jî bi Tirkî xwend. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.