Li Rihayê otobûs qelibî: 27 birîndar
Li navçeya Sirûca Rihayê di seatên serê sibehê de otobûseke rêwîyan qeza kir û qelibî, di encama qezayê de 27 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzê navçeya Sirûca ser rêya Riha-Entabê pêk hat.
Li gorî îddîayan, otobûsa bi plaqeya 65 BJ 321 ku di nav de 43 rêwî hebûn û ji Wanê diçû Hetayê, ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji bin kontrola şofêr derket û qelibî.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.