Li Rihayê qezaya trafîkê: 1 mirî, 1 birîndar
Li navçeya Akçakaleya Rihayê qezaya trafîkê pêk hat, di encamê de 1 kes canê xwe ji dest da, 1 kes jî birîndar bû.
Qeza, li 7emîn kîlometre ser rêya Riha-Akçakaleyê pêk hat.
Li goî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku li alîyê Akçakaleyê diçû, li motorbisiqletê xist.
Di qezayê de A.A.yê (40) salî ya Sûrîyeyî canê xwe ji dest dan, kurê wî jî birîndar bû.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Zarokê birîndar, piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Dewlet a Akçakaleyê re hat rakirin.
Hat ragihandin ku cenazeya A.A. ji morga Nexweşxaneya Dewlet a Akçakaleyê re hat rakirin.
Şofêrê wesayîtê hat binçavkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.