Li Rihayê qezaya trafîkê: 1 mirî, 5 birîndar
Li navçeya Hewaga Rihayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 kes canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Riha-Semsûrê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, du wesayîtên ku navê şofêrên wan û plaqeyên wan nehatin hînbûn li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku di encama lêkolîna ekîbên tenduristîyê de ji birîndaran S.Ç. canê xwe ji dest daye.
5 mirovên dinê yên ku birîndar bûne jî ji nexweşxaneyên cuda yên Semsûr û Rihayê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.