
Li Rihayê qezaya trafîkê: 3 birîndar
Li navçeya Xelîlîya Rihayê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Qeza, li Çarrêya Uçaksavarê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 27 FE 616 ya ku di bin îdareya N.A. de bû û wesayîta bi plaqeya 34 KB 4197 ya ku di bin îdareya A.C. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.