Li Rihayê tup teqîya: 2 birîndar
Li navçeya Xelîlî ya Rihayê, di malekê de tîpek pîknîkê teqîya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Bûyer, li Kolana 11emîn a Taxa Şehîtlikê qewimî.
Li gorî agahiyan, tîpek pîknîkê ji ber sedemek hêj ne diyar li xaniyekî li qata jêrîn a avahiyek çar qatî teqiya. Ji ber teqînê eşyayên malê ji xanî derketin û beşek ji dîwarê derve yê ku ber bi kolanê ve bû hilweşiya.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye û polêsan hatin şandin.
Ekîbên tenduristiya herdu birîndaran jî rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.