Li Rihayê zîpikên qasê topê berfê barîyan
Li navçeyên Hewag, Curnê Reş û Xelfetîya Rihayê zîpik barîya, bi tevî xanî û wesayîtan darên fistiq, zeytûn û pembûyan jî zerarê dîtin.
Walîtîya Rihayê daxuyand ku zîpika ku li navçeyên Hewag, Curnê Reş û Xelfetîyê barîya ji erdên çandinîyê re zerarê dan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li Hewagê 10, li Curnê Reş 15, li Xelfetîyê jî 4 gund erdên wan ên çandinîyê zerarê dîtin.
Piştî bûyerê Midûrtîyên Daristan û Çandinîya Navçe di sehayê de dest bi xebatên tespîtkirina zerarê kirin.
Walîtî, diyar kir ku ew ê pêvajoyê di nêz de bişopînin û mexdûrîyetên hilberêneran bêne temînkirin.
Qeymeyamê Hewagê Halîl Îbrahîm Yeşîlyurt jî li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku 10 gund ji bûyerê tesîrdar bûne û got, “Ji hemû cotkarên me re derbasî be.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.