Li Rûsyayê balafira rêwîyan ket xwarê: 49 mirî

Li Rûsyayê balafira rêwîyan ket xwarê: 49 mirî

Li herêma Amura Rûsyayê, balafireke rêwîyan têkilîya wî bi balafirgehê re qut bû û hat îfadekirin ku balafir ketîye xwarê û şewitîye. Di encamê de 43 rêwî û 6 mirettebat canê xwe ji dest dan.

Walîyê Herêma Amurê Vasiliy Orlov, destnîşan kir ku tev de di nav balafirê de 49 kes hebûne û 5 ji wan jî zarok bûne.

Ajansa xeber a TASSê, daxuyand ku di encama qezayê de tu kes zindî nemaye.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Rûsyayê hatine bidestxistin, parçeya balafirê ku şewitîye nêzê 15 kîlometre dûrê Balafirgeha Tyndayê hatîye dîtin.

Hat destnîşankirin ku balafir ji ber ku şert û mercên dîtinê zor û zehmet bûye xwestîye ku xwe daxîne xwarê, ji ber vê yekê dibe ku qeza ji ber xeletîya balafirvanê çêbûbe.

Balafira ku qeza kir ji Rûsyayyê diçû Amûra ku li snîora Çînê ye.

Hat diyarkirin çend kîlometre mabû ku balafir xwe daxîne balafirgehê di radarê de winda bûye. Li ser vêya ji herêmê re ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatine sewqkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.