Li Şemrexa Mêrdînê keça 16 salî di mala xwe de mirî hat dîtin
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê, keçeke 16 salî di mala xwe de bi guleya demançeyê birîndar hat dîtin û jiyana xwe ji dest da; birayê wê hat binçavkirin.
Bûyer, duh êvarê li gundê Poyrayê yê ser bi navçeya Şemrexê (Mazidağı) ve qewimî.
Xizmên keça bi navê Z.S. (16) ku di malê de dengê çekê bihîstin, dema ketin odeyê dîtin ku Z.S. di nav xwînê de ye.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme sewqî herêmê hatin kirin. Tevî hemû midaxaleyên tîmên tenduristiyê jî keça ciwan jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Z.S. ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Di lêkolîna yekem a li ser cenazeyê de, ji ber ku şopên lêdanê û şînbûn hatin dîtin, di çarçoveya lêpirsîna li ser bûyerê de birayê wê hat binçavkirin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.